Ev workşop ji bo nasandina wênekêşiyê ye wekî şêweyekî derbirînê ji bo zarokên 6 heta 10 salî da ku afirîneriya wan teşwîq bike û têgihîştina wan a dîtbarî xurt bike. Di heman demê de, piştgiriya jêhatîyên civakî û hevrêziya dest-çav dike.
* Jimareya beşdaran bi 12 zarokan sînorkirî ye.
* Tikaye kamerayek an Smartfonek bi xwe re bînin ji bo kişandina wêneyan.
Roj: 5, 7, 12 û 14ê Tebaxa 2025an
Dem: 10:30 – 13:00
Temen: 6–10 salî
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê, Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
Qeyd: https://forms.gle/Vg9Ghx9fLtGDWCXv9
Bernameya Workşopê
1. Sêşem, 5ê Tebaxa 2025an
Naverok:
- Lîstika hevnaskirinê
- Lîstikên germkirinê bi balkişandina ser bawerî û aştiyê
- Portreya hevalên xwe xêz bike (Pêşgotinek li ser dîroka wênekêşiyê)
- Berî û Piştî Çalakiya PhotoDramayê
2. Pêncşem, 7ê Tebaxa 2025an
naverok:
- Temrîna germkirinê
- Pêşgotinek li ser hêmanên wênekêşiyê; dûrî, perspektîv û kêlî bi karanîna temrîna "çarçoveya reş a wêneyan"
- Karê kolajê bi wêneyên ji kovar û pirtûkan - dîzayînkirina pêkhateyên nû.
3. Sêşem, 12ê Tebaxa 2025an
naverok:
- Temrînên pratîk ên wêneyan li derve bi hêmanên dûrî, perspektîv, kêlî û kompozîsyonê
- Kûrbûn li ser tiştên ku bi rêya kişandina wêneyên hevpar hatine hînbûn
4. Pêncşem, 14ê Tebaxa 2025an
naverok:
- Bi hev re temaşekirin û sererastkirina wêneyên ku di cara dawî de hatine kişandin
- Amadekariya pêşangehê û nirxandin li ser tevahiya pêvajoyê
- Nîqaş li ser projeyên wênekêşiyê yên demdirêj ên gengaz û berhevkirina fikran
- Vekirina pêşangeha wênekêşên biçûk