Hûn dixwazin Soranî hîn bibin? Ango hûn Soranî dizanin, lê dixwazin xwe di warê nivîsandin û xwendinê de bi pêş bixin? Wê demê serdana kursên me yên fêrbûna Soranî bikin.
Akademiya Yekmalê bi hevkariya Navenda me ya Malbatan a Rengînê li Berlînê di asta A1.1 û A2.1 de kursên fêrbûna Soranî li dar dixe.
Ev kurs ji bo kesên ku qet Soranî nizanin heya yên ku dixwazin di asta navîn de xwendin û nivîsandinê hîn bibin û di karê xwe de bikar bîninin, guncav e.
Kursên me ji aliyê mamostayên xwedan tecrube û pîşeyî ve têne dayîn. Di dawiya kursa sê mehî de, xwendekar dikevin ezmûnekê û sertîfîkayê werdigirin.
Ast | Destpêk | Dawî | Roj | Demjimêr |
A1.1 | 07.10.2025 | 03.02.2026 | Her Sêşem | 18:00 - 20:00 |
A2.1 | 08.10.2025 | 04.02.2026 | Her Çarşem | 18:00 - 20:00 |
Bihayê kursê: 150 Euro (ji bo xwendekaran 50% erzanî)
Pêwendî
E-Mail: sprache@yekmal-akademie.de
Tel.: 030 81797365
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê: Waldemarstr. 57, 10997 Berlin