Roja Sêşemê, 16ê Îlona 2025an, civîna Koma Parlamentoyê ya ''Kurdisches Leben in Deutschland / Jiyana Kurd li Almanyayê'' li Parlamentoya Almanyayê li Berlînê pêk hat.
Endamên damezrîner ên Koma Parlamentoyê ya ''Jiyana Kurd li Almanyayê'' li Parlamentoya Almanyayê ev in:
Di vê civînê de, koma parlemanî ya ''Jiyana Kurd li Almanyayê'' xwe ji raya giştî û nûnerên civaka sivîl re da nasîn. Komeleya Yekmalê jî hatibû vexwendin û rêvebera giştî Günay Daricî û hev-rêveberê beşa li dijî Cudakariyê Merih Ergün beşdar bûn.
Hemû beşdaran bi kurtasî nêrînên xwe yên sereke li ser xebatên siyasî pêşkêş kirin. Yekmalê herweha behsa pirtûka xwe ya nû kir ku ji aliyê weşanxaneya Beltz-Verlagê ve hatiye weşandin: "Jiyana Kurd li Almanyayê - Rastiyek (ne)dîtbar di navbera Nijadperestî, Marjînalîzasyon û (ne)Naskirinê de". Me behsa sempozyûma plankirî ya li Berlînê jî kir ku di 13ê Mijdara 2025an de bi sernavê: "Jiyana Kurd li Almanyayê - Di navbera Nijadperestî û Cudakariyê de." tê lidarxistin.