Di 26ê Îlona 2025an de, şaxa Yekmalê ya li Essenê beşdarî Festîvala Zarokan bû li Navenda Begegnungszentrum Weberplatzê. Dirûşma festîvalê pir taybet bû; "Em mafên zarokan pîroz dikin!"
Standa me zû bû xaleke rengîn a hevdîtinê. Zarokan karîbûn li wir afirîneriya xwe bi awayekî azad pêş bixin û maskên ajelan ji xwe re bixemilînin. Rengên geş, dengên kêfxweş û çavên zarokan ên geş her der xweş kiribûn - liwirbûn kêfxweşiyek rastîn bû!
Lîstik, trampolîn, şemitok û gelek çalakiyên din bûn sedem ku festîvalek zindî û tijî tevger û heyecan be. Dema ku zarok dilîstin, gelek dêûbavan derfet dîtin ku bi tîma me re biaxivin - bi awayek vekirî, rehet û di asta çavan de.
Rojek tijî ken, afirînerî û hevgirtin bû. Bi qasî bajarê me yê Essenê cihêreng û jidil bû.