Roja Pêncşemê, 2ê Cotmeha 2025an, Kafêya ziman a Yekmalê veguherî konserek biçûk. Mêvanên me Halali û Orian Walsh bi zanabûn navenda VielRespektZentrum wekî cihê konserta xwe ya belaş hilbijartin. Ji ber ku ev navend li ser rêz, hevdîtin û wekheviyê disekine.
Di atmosferek xweş de, bi gelek muzîk, ken û axaftinên xweş, me bi hev re êvarek îlhambexş derbas kir. Spasiyek mezin ji Halali, Orian Walsh û hemû kesên ku tevlî bernameya me bûn û ev êvar ewqas taybet kirin!