Roja Yekşemê, 12ê Cotmeha 2025an, şaxa Yekmalê ya Essenê li navenda Begegnungszentrum Weberplatzê taştêyek xweş a malbatî çê kir ku gelek malbat, zarok û mezin beşdar bûn.
Di atmosferek rihet de, beşdaran karîbûn tevî vexwarina qehwe û çay û xwarinên xweş, bi hev re ramanên xwe pevbiguherînin û hevdu nas bikin. Herweha beşdaran bal kişandin ser nasîna angebotên şaxa me ya li Essenê. Me li ser koma xwe ya lîstikê, taştêya malbatan a berdewam û Kafêya zimanê Almanî agahî dan. Eleqeyek mezin ji bo xebatên me hat nîşandan. Gelek mêvanan ev derfet bikar anîn da ku bêtir agahî bigrin û rasterast li ser çalakiyên pêşerojê bipirsin.
Em spasiya hemû beşdaran dikin ji bo vê sibeha xweş!