Beşa li dijî Cudakariyê ''Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal (CiD)'' ku girêdayî Komeleya me ya Yekmalê ''Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê'' ye, bigermî we vedixwîne konferansa ''Jiyana Kurdî li Almanyayê - Rastiyek (Ne)xuya di navbera Nijadperestî, Marjînalîzekirin û (Ne)naskirinê de''.
Di gotara dijî-cudakariyê de li Almanyayê ji kurdan re kêm girîngî tê dayîn. Tevî ku Kurd yek ji mezintirîn komên koçberan e li Almanyayê, lê agahiyên li ser belavbûna berfireh a nijadperestiya dijî-kurd pir hindik in. Ji bo guhertina vê rewşê, deng û pisporên bihêz têne cem hev da ku nijadperestiya dijî-kurd ji perspektîvên cûrbicûr ronî bikin û wê bêtir eşkere dikin.
Konferans ji aliyê komeleya Yekmalê ve bi hevkariya Înstîtuya Etnolojiya Ewropî ya Zanîngeha Humboldt a Berlînê ve tê organîzekirin.
Roj: Pêncşem, 13ê Mijdara 2025an
Dem: 16:00 - 20:00
Cih: Hörsaal 7 in der Invalidenstraße 42
10115 Berlin
Beşdarî bê pere ye, lê divê hûn xwe qeyd bikin. Ji kerema xwe (Pêşnav - Paşnava xwe û navê saziya xwe) heta 5ê Mijdara 2025an ji vê E-Mailadressê re bişînin; cid@yekmal.de
Em bi beşdariya we gelek kêfxweş dibin!