Em rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meraqeke mezin dişopînin, bi taybetî êrîşên komên çekdar ên cîhadîst li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdan li Helebê. Sivîl, di nav de gelek zarok û malbat, careke din ji tundûtûjî, koçberî û bêewlehiyê bandor dibin.
Li gorî raporan, her du tax ji aliyê leşkerên hikûmeta demkî ya Îslamî ya di bin serokatiya Ehmed El-Şaraa de, û herweha ji aliyê milîsên din ên Îslamî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve hatine dorpêçkirin. Di hin rewşan de çekên giran têne bikaranîn. Armanca van êrîşan xuya dike ku derxistina kurdane ji bajêr û guhertina demografîk a herêmê ye. Êrîş rewşa mirovî bi giranî xirabtir dikin û pêkvejiyana jixwe nazik a komên cihêreng li herêmê dixin metirsiyê.
Wekî komeleya Yekmalê, em her cure tundûtûjiyê li dijî sivîlan şermezar dikin. Em parastina gelê Kurd û hemû kêmneteweyên li Sûriyeyê û rawestandina lezgîn a êrîşên li ser deverên sivîlan dixwazin.
Em bang li civaka navneteweyî û biryarderên siyasî li Almanya û Ewropayê dikin ku:
Em piştgiriya xwe ji bo malbatên bandordar û bi taybetî ji bo zarokan diyar dikin ku careke din di nav qurbaniyên pevçûnên siyasî û leşkerî de ne.
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal)
09ê Çileya Paşîn a 2026an