Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) serdana plankirî ya Ehmed Şera (bi navê din Ebû Mihemed El-Colanî) ya ji bo Berlînê bi tundî şermezar dike.
Ev serdan di demekê de ye ku binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê berdewam in. Tenê çend roj berê, Kurdên li Helebê bi awayekî sîstematîk hatin koçberkirin, îşkencekirin û kuştin. Êzidî hîn jî ji encamên Jenosîda 2014an êşê dikşînin. Elewî, Durzî û Xiristiyan hîn jî qurbaniyên tundûtûjiya armanckirî, komkujî û êrîşên Îslamîstan in.
Pêşwazîkirina Ehmed Şera ji aliyê Bundeskanzleramtê, dê sînyalek karesatbar bişîne. Dê wekî naskirina siyasî ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê were şîrovekirin û dê kiryar û polîtîkayên Şera rewa bike. Ev pêşwazî dê êşa qurbaniyan paşguh bike, bandora bêxemiya siyasî li hember binpêkirinên mafên mirovan ên herî giran çê bike û rê li ber avakirina dîktatoriyeke nû ya Îslamîst veke. Kiryarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê sûcên li dijî mirovahiyê ne û li dijî nirxên bingehîn ên Destûra Almanyayê ne.
Binpê nekirina rûmeta mirovan, li ser kiryarên dewletê ferz e. Divê ew ne li gorî berjewendiyên jeopolîtîk be. Divê her kesê ku guman tê kirin ku berpirsyarê komkujî, derxistin û tundûtûjiya li dijî kêmîneyên etnîkî û olî ye, di navenda desthilata dewleta Alman de neyê pêşwazîkirin.
Em bang li Hikûmeta Federal dikin ku serdana plankirî tavilê betal bike û li şûna wê aktorên demokratîk ên wekî Rêveberiya Xweser ku bi salan e li dijî DAIŞê şer dikin û ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk, parastina mafên mirovan - bi taybet jinan û parastina hemû kêmîneyan pabend in, pêşwazî bike.
Komeleya Yekmalê bang li civaka xwe û hemû piştgiran dike ku beşdarî xwepêşandana mezin a li dijî serdana Ehmed Şera bibin:
Roja Duşemê, 19ê Çileya Paşîn a 2026an, demjimêr 16:00
Li ber Bundeskanzleramtê / Wilhelmsgarten, Berlin
Yekîtiya Malbatanê ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal)
15ê Çileya Paşîn a 2026an