Civîna Tora BEFaNê ya serhêl di 20ê Hezîrana 2024an de bi tevlîbûnek baş pêk hat. Hevparên Torê hatin ba hev da ku li ser mijarên rojane yên di qada pirzimaniyê de nêrîn û pêşniyazên xwe pev biguherînin û projeyên nû nas bikin.
Nûnerên Wezareta Perwerde, Ciwan û Malbatê ya Senatoya Berlînê Mark Hamprecht û Mehmet Fatih Özcan herweha nûnerê Wezareta Kar, Karên Civakî, Wekhevî, Întegrasyon, Pirrengî û Dijî Dîskrîmînasyonê Francesco Cardenas jî beşdarî civînê bûn.
Rachel Nangally ji komeleya Sources D’Espoir e.V. di pêşkêşiya xwe de bal kişand ser cîhana balkêş a zimanên Afrîkî. Zêdetirî 2000 ziman li Afrîkayê têne axaftin, lê gelek ji van zimanan formên wan ên nivîsandinê tune ne û metirsiya windabûnê li ser wan heye. Komek mezin ji mirovên Afrîkî li Berlînê dijîn ku gelek ji wan bi zimanê Swahîlî an Lingala diaxivin. Komeleya Sources D’Espoir e.V. bi awayekî çalak ji bo pêşxistina zimanên Afrîkî di perwerdehiyê de û naskirina van zimanan dixebite.
Piştî pêşkêşiyê, danûstandinek zindî li ser rewşa niha ya amadekariyên ji bo Roja Pisporiyê (Fachtagung) ya îsal hat kirin. Ji xwe platforma dîjîtal ji bo Roja Pisporiyê heye. Komele û proje niha dikarin ji bo girtina standekê xwe qeyd bikin. Kesên ku dixwazin, dikarin agahiyên zêdetir bi rêya E-Maila befan@yekmal.de werbigrin.
Di civîna Torê de, rapirsiya dêûbavan a pirzimanî derbarê pêşvebirina pirzimanî li Dibistan, Hêlîn û Malbatên Berlînê gelek bal kişand. Rapirsî ku bi 15 zimanan hatiye parvekirin, heta 17ê Tîrmeha 2024an li ser înternetê heye. Bi hevkariya hevparên Torê rapirsî hat wergerandin, ji bo belavkirinê belavokên pirzimanî hatin çêkirin û li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Tora BEFaNê ji bo piştgirî û pabendbûna wan spasiya beşdaran kir.
Ev jî lînka Rapirsiya Dêûbavan: https://yekmal.limesurvey.net/649752
Di dawiya civînê de, komeleya Back on Track e.V. hat nasandin û bi yekdengî wek endama nû ya Tora BEFaNê hat hilbijartin. Ev komele ji bo pêşxistina zimanê zarok û ciwanên xwedî paşxana koçberiyê xebat dike.
Civîna bê ya Tora BEFaNê dê di 12ê Îlona 2024an de, demjimêr 13-15ê êvarê bi rêya Zoomê pêk were.