23 Çileya Paşîn 2026

WIRKT! – Bihêzkirina beşdariya dêûbavan

WIRKT! (bi Kurdî: bandor dike) projeyek nû ya Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanya (Yekmal)ê ye li Berlînê. Armanca projeyê ew e ku beşdariya dêûbavan bi awayekî domdar hêzdar bike. Bi rêya zanîna hevpar, înîsiyatîvên hêzdarkirî, qadên ku nû hatine avakirin û pêşxistina jêhatîbûnan, WIRKT! beşdariya rastîn û bibandor pêş dixe.

Xebata me ya demdirêj bi koçber û penaberan re - bi taybetî bi dê û bavan re - bi awayekî zelal nîşan dide ku formên klasîk ên beşdarbûnê di dibistan û zaroxaneyan de, wekî civînên mamostayan bi dê û bavan re, xebata lîjneyê, rûniştinên agahîdanê an platformên dîjîtal nagihîjin gelek dê û bavan. Ji bo wan formatan pir caran zanîna zimanê Almanî bi awayek baş, ezmûna danûstandina bi saziyan re û zanîna pêkhateyên beşdarbûnê yên heyî pêwîst in. Gelek dê û bav behsa astengiyên zimanî, serpêhatiyên cudakariyê û nebûna gihîştinê dikin. Di encamê de, perspektîv û pêdiviyên wan pir caran nayên dîtin.

Projeya WIRKT! tam li ser van mijaran disekine. Armanca wê ew e ku formên beşdarbûnê yên domdar pêş bixe ku ji nav civakan derdikevin, li wir bicîh dibin û têne xuyang kirin. Baldarî li ser pêvajoyên fêrbûna kolektîf, pêşxistin û belavkirina jêhatîyên beşdarbûnê û hevkariya nêzîk bi rêxistinên din ên koçberan re ye. Bi hev re, dê ezmûn werin parvekirin, pirsgirêkên hevpar werin destnîşankirin û perspektîvên kolektîf bînin ber çavên saziyên perwerdehiyê, hikûmet û siyasetê.

Proje di çarçoveya Bernameya „Das Partizipations- und Integrationsprogramm“ ji aliyê Wezareta Kar, Sosiyal, Wekhevî, Întegrasyon, Pirrengî û Dij-Cûdakariyê ya Senatoyê ve tê fînansekirin.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR