26 Çileya Paşîn 2026 | Berlîn

Nîşandana jiyana Kurd, naskirin û Parastina wê

Nîşandana jiyana Kurd, naskirin û Parastina wê

 

Di 22ê Çileya Paşîn a 2026an de, Günay Darici, Rêvebera Giştî ya komeleya Yekmalê, beşdarî rûniştineke Lîjneya Întegrasyon, Jin û Wekhevî, Pirrengî û Dij-Cûdakariyê ya Encumena Nûneran a Berlînê bû li ser mijara "Jiyana Kurd li Berlînê". Di rûniştinê de nûnerên komeleya Civaka Kurd a Almanya (KGD), komeleya Navenda Kurd û komeleya PÊL Sivîl Waves e.V. jî beşdar bûn. Me destnîşan kir ku pêdiviya jiyana Kurd bi naskirin, parastin û piştgiriya pêkhateyî heye.

Rûniştinê tekez kir ku naskirina zimanê Kurdî, berfirehkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê û piştgiriya darayî ji bo xebatên şêwirmendiyê gavên sereke ne li dijî cudakarî û ji bo beşdariya civakî.

Ji ber zêdebûna tundûtûjiyê ya li Sûriyeyê û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, di civînê de hat diyarkirin ku pir girîng e siyasetmedarên Alman jî helwestek zelal nîşan bidin û ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê gavên pêwîst bavêjin.

Peyama rûniştinê zelal bû;  jiyana Kurd li Berlînê girîng e û hêjayî piştgiriyê ye.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR