29 Çileya Paşîn 2026 | Berlîn

Du navendên nû yên malbatan li Berlin-Neuköllnê

Di destpêka salê de, li ba komeleya me Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanya (Yekmal)ê sedemek taybet ji bo kêfxweşiyê heye. Ji destpêka sala 2026an pê ve, du navendên me yên nû li navçeya Neuköllnê ya Berlînê ji bo malbatan amade ne. Bi vî rengî em cîhên parastî yên zêdetir ji bo hevdîtin, piştgirî û xurtkirina malbatan ava dikin.

Navenda Hevdîtina Dayik û Zarokan a Şehrezadê

Ji destpêka 2026an pê ve, komeleya Yekmalê rêveberiya Navenda Hevdîtina Dayik û Zarokan a Şehrezadê li Donaustraße digire ser xwe. Navend ji bo jinên ducanî û dayikên xwedî zarokên 0 heta 6 salî ye ku li cîhek ji bo aramî, danûstandin û piştgiriyê digerin - nemaze di rewşên jiyanê yên dijwar de.

Armanca Şehrezadê ewe, bibe cihek parastî, bawerî û hêzdariyê ku tê de têkilî mezin bibin û perspektîvên nû derkevin holê. Angebotên bêpere yên seretayî ji komên şêwirmendî û pevguherandinê heya komên perwerdehiyê yên dêûbavan li gorî pêdiviyên dayikan tên pêkanîn. Em girîngî didin ser bihêzkirina girêdana dayik-zarok û hêzdarkirina dayikan di jiyana wan a rojane, dêûbavtiyê û jêhatîbûnên wan ên li hember rûbirûbûna pirsgirêkan de.

Mutter-Kind-Treff Shehrazad

Donaustraße 88A

12043 Berlin

Têkilî: shehrazad@yekmal.de

Navenda Malbatan a NW80 li Rudow‘ê

Di heman demê de, komeleya Yekmalê Navenda Malbatan a NW 80ê li Berlin-Rudowê digire ser xwe. Ev der ji bo malbatên ku zarokên wan di navbera 0 û 6 salî de ne, cîhek vekirî ye ku tê de derfetên têkiliya civakî, şêwirmendî û perwerdehiyê pêşkêş dike. Malbatên ku bi rewşên dijwar re rû bi rû dimînin dê bikaribin li vir piştgiriyek hêsan bibînin.

Bernameyên ji bo dêûbav û zarokan ên pirzimanî, cihên vekirî ji bo hevdîtinê, workşop, şêwirmendî û çalakiyên afirîner û libatê, we vedixwînin danûstandin û bi hev re fêrbûnê. Ezmûnên me yên ji navendên Yekmalê yên malbatan, di xebatên vê navendê de jî tên bikaranîn.

Familienzentrum NW80

Neudecker Weg 80

12355 Berlin

Têkilî: fz-rudow@yekmal.de

Her du navendên me yên nû cîhên xwe bi saziyên din ên zarok û ciwanan re parve dikin. Em vê yekê wekî derfetek mezin dibînin ji bo ku alîkariyek giştî bidin malbatan, veguheztinan hêsan bikin û torbendiyê di qada civakî de bihêz bikin. Bi saya xebata me ya gelek salan li Neuköllnê, me berê xebatên hevpar ava kirine ku em dixwazin ji bo dabînkirina piştgiriyek domdar ji bo malbatan bikar bînin.

Em kêfxweş in ku bi vekirina van navendên nû bikaribin hîn bêtir û baştir piştgiriyê bidin malbatên li navçeya Neuköllnê.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR