10 Sibat 2026 | Berlîn | Dij-cudakarî

5. Civîna Tora Pîşeyî ya Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Cudakariyê li Neuköllnê

Em ji dil we vedixwînin Civîna Pêncem a Tora Pîşeyî ya Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Cudakariyê li Neuköllnê.

Ev civîn balê dikişîne ser danûstandina pîşeyî, avakirina torê û pêşxistina rêbazên pratîkî yên girêdayî cudakarî, tundûtûjî û bûyerên tundrewiya rastgir.

Civîna Torê dê bi awayê maseya girover pêk were. Di komên nîqaşê yên bi moderatorî de, beşdar dê derfet bibînin ku bi awayekî çalak tevlî gotûbêjan bibin, ezmûnan parve bikin û bi hev re çareseriyan pêş bixin.

Di rojeva civînê de ev mijar li ser maseyê ne:

  • Em çawa bi tundiya ji aliyê hêzên Polîs, tevbigerin
  • Şêwirmendiya dijî cudakariyê; gihîştin, alingarî û vebijark
  • Ragihandina bûyerên cudakarî û tundrewiyê yên rastgir ji aliyê ciwanan ve; rê, astengî û xizmetên piştgiriyê
  • Gotûbêja vekirî ji bo pirs û mijarên din ên heyî

Encamên gotûbêjan dê di dawiyê de werin berhevkirin, nirxandinek hevbeş li ser gavên din û termînên pêşerojê werin pêşkêşkirin.

Roj: 26ê Sibata 2026an

Dem: 09:00 - 13:30

Cîh: Nachbarschaftshaus am Körnerpark

Schierker Str. 51

12051 Berlin

Tel.: 0174 358 13 21

Ji bo plansaziyek çêtir, ji kerema xwe bi rêya vê E-Mailê xwe qeyd bikin: anlaufstelle-nk@yekmal.de

Bername

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser