Di 19ê Sibata 2020an de, li Hanau’ê neh kes di êrîşeke terorîstî ya nijadperest de hatin kuştin. Şeş sal in, gelek înîsiyatîf bi taybetî Înîsiyatîfa Perwerdehiyê ya Ferhat Unvar, daxwaza lêpirsîneke giştî li ser bûyerên ku bûne sedema vê êrîşa terorîstî, dikin. Sûcdar ji aliyê rayedaran ve hatibû nasîn, lêbelê saziyên dewletê têk çûn. Deriyê awarte yê "Arena Bar"ê girtî bû, xeta awarte bi awayekî demkî ne amade bû, herweha di dayîna destûra çekên sûcdar de kêmasî hebûn. Lîjneya lêkolînê ya parlemanî diyar kir ku rêveberiya bajar bi têra xwe erkê xwe yê lênêrînê bi cih neaniye. Tevî vê jî, berpirsiyariya siyasî ya berbiçav, lêborînek xwe-rexnegir û derencamên pêkhateyî heta niha jî tune ne. Di şûna wê de, tenê amajeyên sembolîk mane.
Ji bo gelek kesên ku rastî nijadperestiyê hatine, êrîşa li Hanau’ê berdewamiya tundûtûjiya rastgir û nijadperest temsîl dike. Ev bûyer rêze kuştinên koma terorîstî ya "NSU" tîne bîra merivan. Pirsên navendî yên di derbarê têkçûnên sazûmanî û pirsgirêkên pêkhateyî de bêbersiv dimînin. Dema ku qurbanî ne di navendê de bin, bîranîn tê çi wateyê? Ronahîkirin tê çi wateyê, dema ku ew li cihê ku pêkhateya dewletê tê de be, biqede?
Wekî rêxistineke xweser a koçberan, em bi zelalî dibêjin: Ronahîkirin divê ne bijartî be. Divê berpirsiyarî were hilgirtin. Bîranîn ne bese, divê derencam hebe.
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal
18ê Sibata 2026an