19 Sibat 2026 | Berlîn

Mîtîng û radestkirina daxwaznameya ji bo bernameya perwerdehiyê ya Berlînê

Îro li ber avahiya Encumena Nûneran a Berlînê mîtîngek ji bo bernameya perwerdehiyê ya Berlînê ji aliyê hevpeymaniya " Vielfalt verankern" ve hat lidarxistin û daxwaznameyek tevî gelek îmzeyan hat radestkirin. Komeleya me Yekmal jî beşeke vê hevpeymaniyê ye.

Nûnerên qada perwerdehiyê û civaka sivîl peyamek zelal dan: Divê Pirzimanî, Pirrengî û dij-Cudakarî di pergala perwerdehiyê de werin bicîhkirin.

Di mîtîngê de berdevkên siyaseta perwerdehiyê jî axaftinên kurt kirin. Piştre daxwazname radestî endamên Lîjneya Perwerdehiyê hat kirin.

Bernameyek perwerdehiyê ku rastîneya zarokên Berlînê ciddî bigre, bingeheke ji bo dadperweriya perwerdehiyê û beşdariyê.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR