23 Adar 2026 | Newroz | Essen

Şaxa Yekmalê ya Essenê Newroz pîroz kir

Şaxa Yekmalê ya Essenê Newroz pîroz kir

 

Di 20ê Adara 2026’an de şaxa komeleya Yekmalê ya li Essenê bi saziya ABS û komeleya Lîstik e.V. re li Zeche Carl cejna Newroza kurdan pîroz kir.

Bi bernameyek rengîn a ji bo mezin û biçûkan de, hatina biharê hat pêşwazîkirin. Boyaxkirina rûyê zarokan, atolyayên karên destan, xwarin û vexwarin, standên pirtûkan û bernameyek cûrbicûr a li ser dikê atmosfereke germ û zindî afirandin.

Me bi kêfxweşî gelek mêvan û axaftvan ji qadên siyaset û saziyên civakê pêşwazî kirin. Di nav wan de şaredarê herêma Altenessenê Klaus Hagen (CDU), berpirsiyarê karûbarên kal û pîran Gerd Maschun, nûnerê SPD Halil Yaman ji Jugendamta Essenê (Stadtbezirk Altenessen/Karnap), serokê fraksiyona Die Linke Eliseo Maugeri, ji Partiya Keskan Markus Spitzer-Pachel (Ratsmitglied Bündnis 90/Die Grünen), endama Encûmena Entegrasyonê Ursula Tomasdottir (CDU), serokê RAA Tuncer Kalayci û berpirsyarê plankirina Jugendamta Essenê Maximilian Guder.

Em spasiya hunermendên beşdar Ferhat, Aras, Hamrin, Rêber Serhat û koma muzîka zarokan a Yekmalê dikin ji bo performansên wan.

Newroz nîşana destpêkek nû, azadî û yekgirtinê ye. Em hêvî dikin ku bi van nirxan bigihêjin jiyan û civakek azad.

Em ji hemû beşdar û mêvanan re spas dikin û ji niha ve li benda cejna sala bê ne!

Newroz pîroz be!


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR