Di 21ê Adarê de, Foruma Humboldtê bi hevkariya heft komeleyên Berlînê di nav de komeleya Yekmalê, bernameyeke cihêreng ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê lidar xist. Bername rastî eleqeyek mezin hat û mêvanan ji gelek çalakiyên wek axaftin, muzîk, govend, workşop, firoşgeh û xwarinên taybet kêf girtin.
Rêvebera Giştî ya komeleya me Günay Daricî gotarek pêşkêş kir û komeleya Yekmalê da nasîn û Cejna Newrozê li hemû kesên ku Newrozê pîroz dikin, pîroz kir. Herweha li ser girîngiya Cejna Newrozê ji perspektîva kurdan axivî.
Beşek girîng a bernameyê panela Yekmalê ya li ser "Wateya Cejna Newrozê ji bo Malbatên Kurd." bû. Herdû rêveberên me yên Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal Rojda Arslan û Matthias Hofmann tevî nivîskar Peshraw Mohammed û moderator Azita Sharafkandi di gotûbêjê de beşdar bûn.
Di panelê de behsa dîroka dirêj a cejna Newrozê di dîroka Kurdan de hat kirin ku vedigere zêdetirî 700 salan berî zayînê. Herweha wateya Cejna Newrozê ji bo Kurdan, çawaniya pîrozkirina vê cejnê li Kurdistan û dîasporayê, cihê wê di çanda Kurdî de, girîngiya wê ya siyasî û rola wê di têkoşîna Kurdan a ji bo azadî, maf û nasnameyê de hatin şîrovekirin.
Em gelek spasiya Foruma Humboldtê dikin ji bo lidarxistina vê bernameyê û hevkariya hêja ya di navbera me de.