Îsal komeleya Yekmalê bi komeleya Rojavida, Kolektîva Çalakên Efxanistanê û Înîsiyatîva Spore re Şahiya Cejna Newrozê li Berlînê lidarxist.
Şahî bi bernameya zarok û malbatan a ji aliyê komeleya me ve dest pê kir. Di bernameyê de axaftinên civatên cuda û performansên zarokên Zaroxaneyên me yên Pîya yên cotzimanî, dîlan, muzîk, kurtefîlmek û gelek tiştên din hebûn. Beşek taybetî jî performansa govendên herêma Efrînê bû ku piştre gelek beşdaran bi hev re govend girtin.
Piştî bernameya zarok û malbatan, atolye û çalakiyên ji aliyê komeleya Rojavida û Kolektîva Çalakên Efxanistanê ve hatin pêşkêşkirin. Di vê çarçoveyê de panelek balkêş li ser perspektîvên cihêreng ên li ser cejna Newrozê hat lidarxistin.
Di êvarê de konser hebû - yek ji wan konsera hunermend Sekîna Teyna bû. Govend û muzîk bû sedema kêfxweşiya beşdaran. Herweha bazarek ji xwarin û hunerên destan roja me têr û tijî kir.
Bi tevahî, şahiya Newrozê pir baş derbas bû û heya derengiya êvarê berdewam kir. Em gelek kêfxweş bûn bi dîtina kêfxweşiya zarok û malbatan. Rojek tijî çalakî, kêf û hevdîtin bû.
Em gelek spasiya hemû sazî û komeleyên hevkar, piştgir û beşdaran dikin ji bo hevkariya wan a pêbawer û lidarxistina ev bernameya taybet û serkeftî.