24 Hezîran 2024 | Berlîn

Yekmal piştgirî dide fîlmên Kurdî yên zarokan

Yekmal piştgirî dide fîlmên Kurdî yên zarokan

 

Em kêfxweş in ku ji we re radigihînin, em wek hevparek dêrîn ê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê îsal xelatek pêşkêş bikin û piştgiriya berhemanîna fîlmên Kurdî yên zarokan bikin.
 
Em dixwazin bi Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê re bêhtir kesan teşwîq bikin da ku fîlmên Kurdî yên zarokan hilberînin. Ji bo vê jî îsal dê pêşbirka baştirîn kurtefîlma Kurdî ya zarokan bê kirin.
Yekmal dê xelata 1000 € bide kurtefîlma serketî. Fîlma serkeftî dê ji hêla zarokan bi xwe ve di dawiya performansê de were hilbijartin.
 
Em li fîlmên bi van taybetmendiyan digerin:
– Fîlm ji bo zarokên ji 6 salî vir ve be
– Dirêjahiya fîlm herî zêde 20 deqe be
– Çîrok ji perspektîva Kurdî be an girêdayî mijarên Kurdî be
– Bi zimanê Kurdî an Almanî be
– Wexta dawî ji bo şandinê 15.08.2024
 
Hûn dikarin bi rêya vê lînkê beşdar bin: https://filmfreeway.com/14thKurdishFilmFestivalBerlin2023
 
Em pir bi kelecan in û li benda fîlmên we ne!

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR