09 Hezîran 2026 | Berlîn | Tora BEFaNê

Danûstandina pîşeyî li ser pirzimanî di zaroxaneyan de

Di 8ê Hezîrana 2026an de Tora BEFaNê ya Yekmalê bi hevkariya GEW Berlinê, danûstandinek pîşeyî ya bi sernavê "Pêkanîna bi bandor a pirzimanî - têgeh, rêbaz, pratîk" lidar xist.

Gelek kes di vê boneyê de beşdar bûn û danûstendinek dewlemend di navbera pisporên zaroxane, dibistan, zanist û civaka sivîl de pêk hat.

Di destpêkê de berpirsyarê GEW Berlin Gökhan Akgün bixêrhatina beşdaran kir û di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pirzimanî ji bo dadperweriya perwerdehiyê, beşdarbûn û derfetên wekhev ên li zaroxane û dibistanan.

Piştre komxebata "Mehrsprachigkeit Kita" ya Tora BEFaNê ji aliyê Monika Rebitzki (LAMA / GEW) û Hevbendiya Pirrengiyê ji aliyê Petra Wagner (Institut Kinderwelten) ve hatin nasandin.

Yekemîn pêşkêşiya zanistî ji aliyê Dr. Nathalie Topaj (BIVEM) li ser mijara „Pêşveçûna zimanî ya zarokatiya zûdem di çarçoveya pirzimanî de“ hat pêşkeşkirin. Pêşkêşiya duyem jî ji aliyê Dr. Verena Blaschitz bi awayê vîdeoya qeydkirî hat pêşkêşkirin.

Di beşa duyemîn a bernameyê de 4 workşop hatin lidarxistin ku tê de nêzîkatiyên cuda yên pedagojîk ên ji bo pêşxistina pirzimaniyê hatin gotûbêjkirin.

Moderatoriya tevahiya bernameyê ji aliyê hevkara me kordînatora Tora BEFaNê Remziye Uykun û Ronny Fehl (GEW Berlin) hat kirin.

Vê danûstandinê zelal kir ka kîjan potansiyel di pêşvebirina pirzimanî ya li gor çavkanî û hestyariya li hember cudakarî de hene. Di heman demê de alingariyên heyî hatin destnîşankirin û ji bo rayedarên siyaset, rêveberî û saziyên perwerdehiyê pêşniyaz hatin berhevkirin ku dê di xebatên din ên torê de cih bigirin.

Em spasiya hemû axaftvan, rêberên workşopan û beşdaran dikin ji bo tevkarî û pabendbûna wan a hêja.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR