Hêvî, projeya me ya nû ye di çarçoveya Navenda me ya Pirrengiya Înterseksiyonal (CiD) de li Boddinbox, Mainzer Straße 26a li Berlin-Neukölln.
Di vê projeyê de ji bo Kurdên hevzayendxwaz (queer) û mirovên ku bi gelek awayî tên margînalîzekirin, cîhek ewle û bihêzker tê afirandin. Hêvî cîhek ji bo şêwirmendiyê, danûstandin û çalakiyên civatî pêşkêş dike, di heman demî de dihêle ku beşdar bi hev re torbendiyê bikin, xwe birêxistin bikin û pêşve biçin.
Hêvî ji nêz ve bi Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Cudakariyê re dixebite û dema ku hewce bike alîkarî û piştgirîya seretayî pêşkêş dike. Hêvî bi înîsiyatîfên hevzayendxwazan, koçberan, cihû û înîsiyatîfên li dijî nijadperestiyê re têkilî datîne da ku li derveyî taxê jî hevgirtinê xurt bike û hişmendiya li ser wê zêde bike. Ev jî civatek zindî û hevgirtî, girêdayî û hêzdar di dilê taxê de pêş ve dibe.
Pirsên te hene an tu dixwazî bibî beşek ji koma „Queerdistan“ê?
Wê demê bi rêya vê E-Mailê bi kordînatora/ê projeyê Emrah Gökmen re têkilî deyne: queerdistan@yekmal.de
Piştgirên Darayî
Ev proje di çarçoveya fona navçeyê "Queeres Leben in den Bezirken stärken" a Rêveberiya Senata Berlînê ya ji bo Kar, Sosiyal, Wekhevî, Întegrasyon, Pirrengî û Dijî-Cudakariyê ve bi piştgiriya "Queer Berlin" piştgiriya darayî tê kirin.