Di 20 û 21ê Hezîranê de, DKSV Helene ji bo zarok û mezinan pêşbirka futbolê li dar xist. Gelek tîm ji klûbên cûrbicûr bi coşek mezin beşdarê pêşbirka futbolê bûn. Hemû lîstik di atmosferek bi kelecen û dostane de pêk hatin.
Yekmal bi çalakiyek hunerî ji bo zarokên ku futbolê nalîstin piştgirî da dêbav û zarokan. Vê yekê ji mêvanên biçûk re gelek kêf û afrandin anî.
Xwarin û vexwarin jî ji bo hemû mêvanan hatin dabînkirin. Pêşbirka futbolê ji bo malbat, zarok û hezkiriyên futbolê bû sedema dawiya hefteyek xweş.