Di 5ê Tîrmeha 2024an de şaxa Yekmalê ya Essenê bernameyeke xatirxwestinê ya balkêş bi helkefta hatina betlaneya havînê li dar xist. çendîn kes li Navenda Vielrespektzentrum a Essenê hatin ba hev û bi hunera çîrokbêjî û dengbêjiyê ya hunermendên me yên Kurd re wextek xweş derbas kirin.
Piştî pêşgotinekê ji aliyê nivîskar Dawid Yeşîlmen ve, dengbêjên Kurd Hozan Zozan, Fewzî Kiliç, Cînav Hesen û Hozan Welat tevî muzîkjenên Kurd Dîyarê Goyî, Ferhat Emen û Xoşnav Şêx Ehmed derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.
Em spasiya Navenda Vielrespektzentrum û RAA e.V. dikin ji bo hevkariya wan. Herweha ji bo amadekariya vê bernameyê em bi taybetî spasiya Yasar Güzel, Amira Muhammed û koma wan a jinan û alîkarên me yên xwebexiş dikin.