Di 1ê Tîrmeha 2026an de, alîkara Rêvebera Yekmalê Cornelia Rasulis serdana Katina Schubert, endama Encumena Nûneran a Berlînê kir. Birêz Schubert berdevka koma Partiya Çep a ji bo karûbarên sosiyal û tevlîbûnê, herweha bazara kar û siyaseta penaberan e.
Mijarên sereke yên hevdîtinê rewşa penaber û koçberan li bajarê Berlînê û Piştgiriya Darayî ji bo Navenda Şêwirmendiya Hiqûqî ya Yekmalê bûn. Rewşa taybetî ya penaberên Kurd jî hat gotûbêjkirin û pêdiviyên Yekmalê wekî rêxistineke xweser a koçberên Kurd, bi têgihîştineke mezin û pisporiyeke bilind hatin pêşwazîkirin. Em gelek spasiya birêz Schubert dikin ji bo vê hevdîtinê.