03 Tîrmeh 2026 | Berlin-Kreuzberg

Siyasetmedarê Partiya Çep serdana Yekmalê kir

Siyasetmedarê Partiya Çep serdana Yekmalê kir

 

Di 2ê Tîrmeha 2026an de, namzetê şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê yê Partiya Çep René Pérez-Dominguez serdana ofîsa me ya Yekmalê li ser Schönleinstraße kir. René Pérez-Dominguez niha serokê koma parlemanî ya Encumena navçeya Friedrichshain-Kreuzbergê ye.

René Pérez-Dominguez li ser xebatên cûrbicûr ên Yekmalê bi taybetî projeyên li navçeyê agahî girtin. Di nav wan de projeya Rêberên Întegrasyonê, Navenda Malbatan a Renginê, Şêwirmendiya ducaniyê ya Navçandî, projeya "Piştgiriya ji bo Dêûbavên bi paşxana Penaberiyê". Plana vekirina dibistanek seretayî ya duzimanî ya Kurdî-Almanî di payîza 2027an de, bala wî kişand. Rene Pérez-Dominguez soza piştgiriyê da di lêgerîna avahiyê de, ku hîn jî ji bo dibistana seretayî nehatiye dîtin. Friedrichshain-Kreuzberg ji bo dibistanê cihekî baş e. Yekmalê di sala 2018an de jî Zaroxaneya Piya-Kreuzbergê vekir.

Gotûbêja me nêzîkî du saetan berdewam bû ku pir zindî, bawerî û piralî bû. Em spasiya Rene Pérez-Dominguez dikin ji bo eleqeya wî ya mezin ji bo xebatên me û piştgiriya wî.

Em ji hemû namzet û partiyên demokratîk re serkeftinê dixwazin û hêviya kampanyayek hilbijartinê ya dadperwer û rêzdar dikin.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR