Di 3ê Tebaxa 2014an de, rêxistina bi navê Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê bi awayekî sîstematîk li dijî civata Êzîdî li Şingalê dest bi komkujiyê kir. Bi hezaran Êzîdî hatin kuştin, bi sed hezaran hatin koçberkirin, revandin û rastî binpêkirinên mafên mirovan ên herî giran hatin. Heta 7,000 jin û zarokên Êzîdî hatin revandin, kolekirin û rastî tundûtûjiya cinsî, îşkence û destdirêjiyê hatin. Zarokên Êzîdî yên xort ên ku hatin revandin, ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve hatin perwerdekirin. Ew ji bo armancên DAIŞê, di nav de êrîşên xwekujî jî, hatin bikaranîn.
Komkujî ji nişkê ve çê nebû. Komkujî piştî bi salan bêmirovkirin, cudakarî û belavkirina nefretê li dijî komeke merivan dest pê dikin. Civata Êzîdî bi sedsalan ji ber nasnameya xwe ya dînî rastî zilm û êrîşan hatibû.
Niha piştî 12 salan, encamên van sûcan hîn jî li holê ne. Zêdetirî 2,500 jin û zarokên Êzîdî hîn jî winda têne hesibandin. Lêgerîna wan û lêpirsîna van sûcan divê berdewam be.
Wateya bîranînê ji bîreweriya sûcên berê wêdetir e. Ev tê wateya eşkerekirina berdewamiya tundûtûjiyê û girtina berpirsiyariya niha. Nijadperestiya dijî-Êzîdî bi bidawîbûna kontrola axê ya DAIŞê bi dawî nebû. Nefret li hember civata Êzîdî û biçûkxistina nasnameya wan berdewam dikin.
Li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê, Êzîdî hîn jî rastî cudakariya avahî, dûrxistin û nijadperestiya dijî-Êzîdî tên. Nebûna parastinê, koçberî û kampanyayên nefretê yên berdewam nîşan didin ku sedemên bingehîn ên ku bûne sedema komkujiyê hîn bi tevahî nehatine derbaskirin.
Nijadperestiya dijî-Êzîdî sînoran nas nake û digihîje Almanyayê jî. Îdeolojiyên nijadperest formên transneteweyî digirin û bandora xwe li dîyasporayê jî didomînin. Ji ber vê yekê, cihên ewle, piştgiriya ji bo kesên ku ji komkujiyê rizgar bûne û hesabpirsînek qanûnî ya domdar bi sûcan re girîng in.
Naskirina komkujiya Êzîdîyan ji aliyê Bundestaga Almanyayê ve di sala 2023an de gavek girîng bû. Divê encamên berbiçav bi xwe re bîne. Divê mirovên civatekê ku ji komkujiyê bandor bûne ji van herêman re neyên vegerandin ku ewlehî û parastina wan ji zilmê hîn jî nehatiye garantîkirin.
Em hemu kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Di heman demê de em bi kesên rizgarbûyî, hemu kesên ku hê winda ne û kesên ku hê birînên wan sarêj nebûne, re ne. Em daxwaza darizandina hemu sûcdaran û parastina maf û ewlehiya civata Êzîdî li seranserê cîhanê dikin.
Bîranîn tê wateya girtina berpirsiyariyê; Ji bo rabirdûyê, niha û pêşerojê.
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal
3ê Tebaxa 2026an