Bi helkefta hilbijartinên Berlînê yên 2026an, Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) rêze-gotûbêjekê bi namzedên partiyên demokratîk ên ji bo Bürgermeistera/ê Berlînê lidar dixe.
Di vê çarçoveyê de, di 31ê Tebaxê de, me li ofîsa xwe bi Elif Eralp (Partiya Çep) re hevdîtin pêk anî.
Rêveberên beşên komeleya me û nûnerên komeleyên din ên kurdên Berlînê di vê hevdîtinê de bi kurtasî xwe dan nasîn û pirsên xwe ji Elif Eralp kirin. Hemû beşdaran pêşvebirina zimanê Kurdî û perwerdehiyek hestyar li hember cudakariyê ji bo karmendên Rêveberiya Berlînê wekî erkekî sereke ya hikûmeta bê ya eyaletê dan diyarkirin.
Elif Eralp spasiya xwe ji bo xebata Yekmalê û rêxistinên din ên civata Kurd anî ziman ku beşdariyek girîng di bi hev re jiyana li Berlîna pirreng de dikin.