Şahîya Havînê ya beşa Alîkariya Zarok û Ciwanan a komeleya Yekmalê di 29ê Tîrmeha 2024an de li Berlînê hat lidarxistin.
Cara yekem bû ku her sê tîmên me yên vê beşê; Tîma Alîkariya Perwerdeyî ya Seyar, tîma Alîkariya Perwerdeyî ya Cêgîr û tîma Wargeha Alîkariya Seretayî di şahiyekê de werin cem hev.
Hevkarên me yên vê beşê tevî malbat û hevalên xwe di hewayek xweş de li Civilipark a Berlîn-Kreuzbergê şahiya xwe li dar xistin. Di Şahiya îsal de ji bilî bufeyeke mezin, dîlan û vexwarin jî hebûn.
Rêvebera Giştî ya Yekmalê Günay Darici di axaftina xwe de spasiya xebatkaran kir. Piştre jî xatir ji hin hevkaran hat xwestin û hevkareke nû jî bi germî hat pêşwazîkirin.
Şahiya me bi awayekî serkeftî pêk hat ku rihê tîmê hîn xurtir kir û kêliyek xweş ji hemu beşdaran re afrand.