Xema xizmên wan ên li herêmên Rojavayê Kurdistanê di bin êrîşên dewleta Tirk de ne, bandorê li jiyana zarok û malbatên Kurd ên li Almanyayê jî dike.
Di gotarekê de ji bo kovara perwerdehiyê ya Berlînê – BBZ ya girêdayî GEW Berlin, cîgira rêvebera komeleya me ya Yekmalê Cornelia Rasulis, balê dikşîne ser bandora êrîşên Tirkiyê dijî Rojava li ser malbatên Kurd ên li Almanyayê. Behsa vê yekê dike ka çawa şerê li welat barê hestyarî li ser zarok û malbatên wan li vir zêde dike.
Dibêje, dibistan bi dijwariya bersivdana pêdiviyên xwendekarên bandordar re rû bi rû ne. Marjînalîzekirina nasnameya Kurd ya li dibistanan jî vê pirsgirêkê zêdetir dike.
Cornelia Rasulis tekezî li ser wê yekê dike ku divê dibistan bibin cihên ku xwendekarên Kurd bi awayekî vekirî hestên xwe, serpêhatiyên takekesî û tirsên xwe lê bînin ziman.
Hûn dikarin tevahiya gotarê bi Almanî li ser vê lînkê – di rûpela 49 de bixwînin:
»Die Sorge um Angehörige ist allgegenwärtig«