Hevparên hêja yên Tora BEFaNê,
Em bi kêfxweşî Termînên civînên sala 2024an ên Tora BEFaNê bi we re parve dikin. Pilana 6 hevdîtinan heye, ku hemû jî di rojên pêncşeman de demjimêr 13-15 tên lidarxistin. Tikaye termînên jêrîn not bikin:
✅ 15. Sibat 2024
✅ 03. Gulan 2024
✅ 30. Hezîran 2024
✅ 12. Îlon 2024
✅ 17. Cotmeh 2024
✅ 12. Berfanbar 2024
Ji bo civîna yekem a Tora BEFaNê hûn ji dil hatine vexwendin!
ROJ: 15 Sibat 2024, demjimêr 13-15
Qeyd: befan@yekmal.de
Tora BEFaN, toreke pispor a li Berlînê ye ku ji aliyê komeleya me ya Yekmalê ve tê kordînekirin. Ew bi awayekî çalak ji bo pêşxistina sazîbûna pirzimanî di perwerdehiyê de kar dike û hewl dide ku berjewendî û pêdiviyên civakên koçber nîşan bide. Xemeke bingehîn a torê ew e ku pisporî û ezmûnên cihêreng ên civakên koçber di aliyê pirzimanî de, di pergala perwerdehiyê de bicîh bike.