07 Hezîran 2023 | Berlîn

Civata Giştî ya Yekmalê civîna xwe ya asayî li dar xist

Civata Giştî ya Yekmalê civîna xwe ya asayî li dar xist
 
Civata Giştî ya Yekîtîya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V. roja 2ê Hezîran a 2023an bi tevlîbûna endaman civîna xwe ya asayî li Berlînê li dar xist.
 
Destpêkê Lîjneya Rêveber a komeleya me bixêrhatîna endaman kir. Piştre dîwana rêvebirin û nivîsera protokolê ya civînê hatin hilbijardin. Rêvebera Yekmalê Günay Daricî derbarê kar, çalakî û projeyên du salên derbasbûyî raporek pêşkeş kir. Piştre rapora darayî ya salane ji aliyê cîgira rêvebera Yekmalê Cornelia Rasulis ve hat pêşkeş kirin û rapor bi piranîya dengên endaman hat pejrandin.
 
Di berdewamîya civînê de Lîjneya Rêveber a nû di dengdaneke eşkere de hat hilbijartin û rêziknameya Yekmalê jî hat hemwarkirin.
Civata Giştî biryar da ku Akademîya Yekmalê êdî bi forma qanûnî ya GmbH ya neqezancê kar û xebatên xwe bidomîne. Ev jî rê li ber pêşveçûn û berfirehtirbûna xebatên akademîyê vedike ku armanca wê birêvebirina lêkolînên zanistî û perwerdehîya akademîk e li ser gelek aliyên ziman, civak û çanda kurdan li Almanyayê. Akademîya Yekmalê li ser bingeha pêşveçûnên civakî yên heyî proje û bernameyên lêkolînan pêk tîne.
 
Em hêvîdarin ku biryarên Civata Giştî derfetên komeleya me zêdetir bikin ji bo pêkanîna armanc û vîsyona xwe.
 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR