Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê

Ji 1ê Tebaxa 2024an vir ve, Şaxa Yekmalê ya Berlînê ji aliyê Saziya Ciwanan a Neuköllnê (Jugendamt Neukölln) ve hatiye erkdarkirin da ku li navçeya Neuköllnê xaleke Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê ava bike. Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê ji bo hemû niştecihên Neuköllnê ye ên ku di bin bandora şêwazên Dîskrîmînasyonê de ne. Li vir zarok, ciwan û mezinên bi û bêyî paşxana Penaberî û koçberiyê, ji Şêwirmendiya Seretayî ya bi zimanên Kurdî, Almanî, Erebî, Îngilîzî, Îspanî û Tirkî sûdê werdigrin. Herweha di karên piralî yên pispor de alîkariya wan tê kirin. Em pilana pêkanîna êvarên agahdariyê, kursên Perwerdehiyê û Tora Pîşeyî çê dikin.

Xala Têkiliyê ji nêz ve bi Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê re dixebite. Armanca vê hevkariyê ew e ku bêtir bûyerên Dîskrîmînasyonê yên li Neuköllnê bên xuyakirin û qeydkirin. Di pêşerojê de, raporên dîskrîmînasyonê yên ji aliyê Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê, di berhevkirina daneyan a Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê de cih bigirin.

Kategoriyên dîskrîmînasyonê li Xala Têkiliyê ya Neuköllnê:

• Nijadperestî û Nijadperestiya li dijî Kurd
• Dijcihûtî
• Dijminkariya li hember LGBTIQ*
• Rewşa civakî û aborî
• Ableism: Dijminkariya li hember kesên kêmendam
• Tundrewiya Rastgir
• Zayendî

Em dixwazin ji bo demeke dirêj wekî xaleke têkiliyê ya ji bo niştecîhên Neuköllnê bin da ku çêtir li dijî bi Dîskrîmînasyonê xebat bikin. Ji aliyek din ve, em dixwazin ji bo xebatkarên piralî û rêxistinên civakî torek pispor ava bikin da ku bi hev re stratejiyên ji bo parastina li hember Dîskrîmînasyonê pêş bixin.

Têkilî

E-Mail: anlaufstelle-nk@yekmal.de
Tel.: 0174 358 24 18
Rêveberê projeyê: Merih Ergün
Ort: Mainzer Straße 26, 12053 Berlin


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR