Dibistana Şemiyê ya Yekmalê

Em bi kêfxweşî radigihînin ku konsepta Dibistana Şemiyê ya ku me di Nîsana 2024a de wekî bernameyeke pilot ji bo malbatên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin dabû destpêkirin, ji 14ê Îlonê vir ve dê berdewam bike.

Dibistana Şemiyê projeyekê Yekmalê ye ku dixwaze bi riya çalakiyên cur bi cur ziman û çanda kurdî hînî zarokên kurd li Berlînê bike. Çalakiyên me ji dersên ziman, kargehên huner, kargehên dans û herweha dersên werzişê pêk tên.

Projeya Dibistana Şemiyê xwedî rêbazeke giştî ya hînbûna ziman e ku hînkirina ziman bi çalakiyên çandî û hûnerî ve girê dide, bi vê şiklî alîkariya zarokan dike hem ji bo pêşvebirina ziman, hem jî ji bo feraseteke kûr a çanda kurdî.

Dibistana Şemiyê ya Yekmalê herweha dibe alternatîvek ji bo zarokên ku nikarin beşdarî dersên kurdî di dibistanan de bibin.

Bernameya projeyê bi taybetî ji bo sê komên zarokan e:
1) Zarokên Pêşdibistanê (3-5 salî): Zanîna kurdî hewce nake.
2) Xwendekarên Destpêkê yên Dibistanê (6-7 salî): Zanîneke destpêkê ya kurdî dê baş be, lê ne ferz e.
3) Xwendekarên Navîn (8-10 salî): Zanîneke destpêkê ya kurdî dê baş be, lê ne ferz e.

Dem: Ji 14ê Îlona 2024an vir ve, di mehê de du caran - roja Şemî, demjimêr 11:00 – 14:10

Qeyd: https://forms.gle/YaDoFv3uc5N6x3Y87

Têkilî

Navenda Malbatan a Rengînê: Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
Email: familienzentrum@yekmal.de
Tel.: +491778275095

 


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR