Civat: Koma Dapîrûbapîran

Tu li Berlînê dijî û xwe tenê hest dikî? Li kesek hevtemenê/a xwe digerî ku bi hev re bikarin bihêsanî bi Kurdî ji hevdu fêm bikin, wexta xwe derbas bikin û nêrînên xwe pev biguherînin? Wê demê em te vedixwînin civata xwe ya rojên Çarşeman. Di vê hevdîtinê de, bi alîkariya şêwirmendên me yên derûnî, hûn dikarin hestên xwe û nêrînên xwe yên li ser gelek mijaran bi rêya gelek çalakiyan parve bikin.

Yek ji wateyên peyva Civat di zimanê Kurdî de, kombûna komek mirovan e ji bo ku li ser hin mijaran biaxivin, ji hev re çîrokan bibêjin, çayê vexwin an jî bi hev re bistirên û dîlanê bikin.

Ev koma piştgiriyê ya psîkososyal di serî de ji bo xurtkirina torên civakî û têkiliyên di navbera dapîr û bapîran de ye. Di heman demê de armanc ewe ku di nav dînamîkên komê de piştgiriya hestyarî biafirîne, bi vî rengî îzolasyona civakî ya ku îro li Berlînê gelek mezinên kurd tê de dijîn, kêm bike. Di van civatên komê de mijarên cihêreng ên wekî tenêtî û îzolebûna civakî, derbasbûna jiyanê û windahiyan, pirsgirêkên tendirustiyê, koçberî û bîrkirin ber bas.

Herweha dê derfet were çêkirin ku bi neviyên xwe re di hin dersên komê de werin cem hev û çalakiyên hevpar pêk bînin.

Em ji dil we vedixwînin da ku hûn Civata xwe li Berlînê ava bikin.

Dem: Ji 25.09.2024 vir ve
Her Çarşem
Demjimêr: 15:00 - 16:30
Ziman: Kurdiya Kurmancî

Qeyd: https://forms.gle/8mtz9h6wxZ8hTshZ8

Têkilî

Rengîn Familienzentrum, Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
Email: familienzentrum@yekmal.de
Tel.: +491778275095

 


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR