Newroz an jî Roja Nû hem sersala kurdan e û hem jî destpêka demsala biharê ye û vejîna xwezayê ye.
Komeleya Yekmalê her sal Cejna Newrozê bi xebata li dijî nijadperestiyê ve girê dide.
Tevî bernameyeke cihêreng a li ser dikê ya bi muzîk û dîlanê, dê gelek çalakiyên beşdariyê ji bo zarokan bên lidarxistin.
Werin em bi hev re cejna xwe ya Newrozê bi zarokan re geş bikin.
Hizaran sal in gelê Kurd cejna Newrozê wek sembola destpêka biharê, vejîna xwezayê, hêvî, aşitî û azadiyê pîroz dike.
Ev belgefîlm behsa keçeke Êzîdî dike ku di 14 saliya xwe de tevî malbata xwe ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin.
Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de ku ji aliyê komeleya Yekmalê ve li Almanyayê tê lidarxistin.
Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de ku ji aliyê komeleya ve li Almanyayê tê lidarxistin, em dixwazin van kêliyên bi bandor bi we re parve bikin.
Di vê workşopê de, beşdar dê hunera DEQê nas bikin ku têkiliyekê di navbera mirov û xwezayê de çê dike.
Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de ku li Almanyayê ji aliyê komeleya Yekmalê ve tê organîzekirin.
Em ji bo pêşxistina pirzimanî û parastina zimanê dayikê xwe berpirsyar dibînin.
Rêzeçalakî bi gelemperî di 21ê Adarê de dest pê dike ji ber ku ev roj ji bo kurdan rojek pir giring e.
Di pêşangehê de mêvan dikarin derbarê mijara kêmbûna avê li Kurdistanê bi gelek awayî agahî bigrin.
Di 23ê Gulana 2024an de di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de bi hevkariya Muzexaneya FHXB Friedrichshain-Kreuzberg îvêntek taybet pêk hat.
Roja Şemiya borî 4ê Gulana 2024an, di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de li baxçeyê Nachbarschaftsgarten ê Kreuzbergê çalakiya nanpêjiyê hat lidarxistin.
Ji bajarên Alzey, Bad Kreuznach, Bad Sobernheim, Bingen, Ingelheim û Mainzê gelek malbat bi kincên rengîn li navenda Quartierzentrum ya bajarê Bad Kreuznachê hatin cem hev.
Em bi mêvanên xwe yên biçûk û mezin re ji bo pêşwaziya hatina biharê hatin cem hev.
Roja 23ê Adara 2024an li Navenda Malbatan a Rengînê li Waldemarstr. 57, 10997 Berlin şahiya me ya Cejna Newrozê ya ji bo zarok û malbatan hat lidarxistin.
Êvara Pêncşemê 21ê Adara 2024an endam, karmend, dost û piştgirên komeleya me ya Yekmalê di bernameyeke xweş a Pêşwaziya Newrozê de li salona Rathaus Schöneberg a Berlînê hatin ba hev.
Ji sala 2017’an vir ve her sal komeleya me bernameya Rojên Çanda Kurdî li Almanyayê li dar dixe. Armanc ewe ku em çanda Kurdî bidin nasîn.