Piştî pabendbûn, hewldan û israra bêwestan a bi salan, me karî gaveke girîng di mijara parastina zimanê xwe yê dayikê de bavêjin.
Zaroxaneya Pîyayê ku di sala 2014an de li Berlînê hate damezrandin, li ser asta cîhanê yekemîn Zaroxaneya Kurdî-Almanî ye.
Di hevdîtina van 3 rojan de, rêveberên beşan, şaxan û projeyên Yekmalê yên li seranserê Almanyayê beşdar bûn.