Rêze-Workşopa "Rengvedana Rexneyî li ser pirtûkên zarokan û dersan" dest pê kir

Rêze-Workşopa "Rengvedana Rexneyî li ser pirtûkên zarokan û dersan" dest pê kir

 

Di 19ê Cotmeha 2024an de, rêze-Workşopa me ya bi navê Rengvedana Rexneyî li ser pirtûkên zarokan û dersan li Bremenê dest pê kir. Workşopa yekem ku bi sernavê "Ber bi wêjeya zarokan a hestiyar li hember Dîskrîmînasyonê" bû, di asteke bilind a pabendbûn, vekirîbûn û danûstandina kêrhatî pêk hat.

Me bi hev re rola pirtûkên zarokan bi awayekî rexneyî nirxandin û ji bo sêwirana wêjeyê ya bi hişmendiya pêşdaraziyê îhtîmalên girîng berhev kirin.

"Ber bi wêjeya zarokan a hestiyar li hember Dîskrîmînasyonê"

Zarok her di zarokatiya xwe de jî, ji civaka ku tê de mezin dibin haydar dibin. Ne tenê mezinbûn û serpêhatiyên bi dê û bavên xwe re, di heman demê de pirtûk û xwendina bi dengekî bilind dibe sedem ku têgihîştina wan, peyvsaziya wan û strukturên ramana wan jî ava bibe. Ji ber vê yekê giring e ku meriv bifikre ka kîjan nirx, nirxandin, strukturên hêzê û norm bi rêya pirtûkên zarokan tên veguhestin.

Di vê Workşopê de, em li ser mînakên neyînî û erênî yên wêjeya zarokan a hestiyar bi pirrengiyê xebitîn. Bala me li ser formên Dîskrîmînasyonê yên zelal û nepenî yên di pirtûkên zarokan de bû. Herweha bala me li ser vê bû ka çawa em bikarin bi berhemên heyî re tevbigerin.

Herweha me bi hev re analîz kir ku Dîskrîmînasyon çawa dixebite. Bi rêya mînakan me behsa vê yekê kir ku çawa dikare wêjeya zarokan a hestiyar bi Dîskrîmînasyonê were garantîkirin.

Spasiyek mezin ji bo Schirin Senger û Anna Lumma ji Komîteya Rizgariya Navneteweyî (IRC) ku ev Workşop bi rêve birin.

Em bi hêviya workşopên din û gelek nîqaşên balkêş in!

Workşopa duyem: Piştgirîkirina Dadperweriya Perwerdehiyê - Xurtkirina van Dêûbav û xebatkarên perwerdehiyê ku rastî nijadperestiyê tên (ji bo BIPoC)

  • Roj: În, 01ê Mijdara 2024an, demjimêr 15:00 – 18:00 - Şemî, 2ê Mijdara 2024an, demjimêr 11:00 – 14:00
  • Cih: DGB-Haus, Bahnhofsplatz 22-28, 28195 Bremen (Tivoli Saal, barrierefrei)

Workşopa sêyem: Ka em çîrokên xwe bibêjin! (ji bo BIPoC)

  • Roj: Freitag, 15ê Mijdara 2024an, demjimêr 16:00 – 19:00 - Şemî, 16ê Mijdara 2024an, demjimêr 09:30 – 12:30
  • Cih: BeN- Bremer entwicklungspolitisches Netzwerk Am Deich 45, 28199 Bremen (barrierefrei)

 

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR