06 Mijdar 2024

10. Salvegera Zaroxaneya me ya Pîyayê

10. Salvegera Zaroxaneya me ya Pîyayê

Berî 10 salan komeleya Yekmalê gavek giring avêt. Bi damezrandina yekemîn Zaroxaneya Kurdî-Almanî li Ewropayê, projeyek pêşeng ji bo pêşxistina pirzimanî û pirrengiya çandî di perwerdehiya destpêkê ya zarokan de hate destpêkirin. Zaroxaneya Pîya ku di sala 2014an de hate damezrandin, li ser asta cîhanê yekemîn Zaroxaneya Kurdî-Almanî ye û di perwerdehiya navçandî de pêşeng e. Ji ber eleqeya mezin û daxwaza zêde, ev proje zû berfireh bû. Niha du Zaroxaneyên Yekmalê li Berlînê hene.

Qadek ji bo nasnameya çandî û beşdariya civakî

Zaroxaneyên Kurdî-Almanî yên ku ji aliyê komeleya me Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) ve têne rêvebirin, di pêşvebirina cihêrengî û pevguhertina navçandî de rolek giring dilîzin. Di jîngeheke tevgîr de, zarokên ji hemû pêkhateyên çandî xwedî derfet in ku bi hev re hîn bibin û mezin bibin. Bi taybetî ji bo zarokên ku bi Kurdî diaxivin, Zaroxaneyên me cîhek in ji bo wan ku bikarin nasnameya xwe ya çandî biparêzin û di heman demê de di nav civaka Alman de mezin bibin. Bi fêrkirina ziman û çanda Almanî û Kurdî bi şêweyekî lîstokî, Zaroxaneyên Pîyayê çarçoveyekê ava dikin ku piştgirîya pêşxistina nasnameya zarokan dike û hesta xwebûnê di nav wan de diafirîne.

Pirzimanî xezîneyek e ku em digihînin zarokên xwe. Qedirzanîna zimanê wan ê zikmakî, baweriya zarokan bi xwe xurt dike û di civaka me ya piralî de nêzîkatiya bi rêzdarî pêş dixe.

Pevguhertina navçandî û xurtkirina hevgirtina civakî

Konsêpta pedagojîk a Zaroxaneya Pîyayê li ser pêvajoyeke hînbûna vekirî ye ku balkêşî û pêdiviya zarokan tê de xalek giring e. Ev xebat bi zarokan re û li gorî pêdiviyên wan tê meşandin da ku hemû zarok bi takekesî bi pêş bikevin. Ev nêzîkatî ne tenê pêvajoya perwerdehiyê pêş dixe, di heman demê de xwebaweriya zarokan jî xurt dike. Danûstandina navçandî ya ku ji aliyê Zaroxaneya Pîyayê ve tê pêşkêşkirin, piştgirî dide ji hev têgihiştinê û rêzgirtina pirrengiya çandî. Bi vî rengî beşdarî hevgirtina civakî dibe.

Çîroka pabendbûn û hevkariyê

Damezrandina Zaroxaneya Pîyayê rêwîtiyek dijwar bû ku jê re gelek pabendbûn û bîhinfirehî pêwîst bû. Yekmal ji roja ku hatiye damezrandin heta niha, ji bo pêşvebirina ziman û çanda Kurdî gelek xebat kirine. Di wê demê de jî, komeleya me ji bo pêkanîna vîzyona Zaroxaneya duzimanî, îmze berhev kiribû û bi Dêûbav û piştgirên xwe re gelek nîqaş kiribûn. Ev serkeftin encama keda gelek kesan e ku hevkariya zaroxaneyê kirine.

Spas ji bo hevkar û piştgirên me

Spasiya me ya taybet ji xebatkarên me yên Zaroxaneyê re ku her roj dilsozî û pisporiya xwe di vê xebata perwerdehiyê de bi kar tînin û bi vî rengî beşdariyekî hêja dikin. Em bi zor jî nikarin bijmêrin ka çend caran tîma me civîyaye û çend demjimêran bi awayekî dilxwaz ​​xebitîne da ku Zaroxane bigihîje vê rojê. Herweha divan deh salan de gelek kesên ku li vir navê wan nehatine nivîsandin, piştgirî dane me. Em gelek spasiya wan dikin.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR