Komeleya me Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) serkeftinek mezin bi dest xist. Piştî pabendbûn, hewldan û israra bêwestan a bi salan, me karî gaveke girîng di mijara parastina zimanê xwe yê dayikê de bavêjin.
Me gelek caran bi rayedarên saziyên dibistanên Essenê û Wezareta Perwerdehiyê ya Nordrhein-Westfalenê re têkilî danî, da ku em zelal bikin ku parastina zimanê me yê zikmakî di dilê me de ye. Em wek beşek ji vê civakê, parastina zimanê Kurdî û pêşxistina pirzimaniya zarokên xwe bi awayekî çalak pêwîst dibînin. Bi rêya dersên zimanê zikmakî yên Kurdî, ne tenê derfet ji zarokan re çê dibe ku zanîna zimanî berfireh bikin, di heman demê de dikarin hişmendiya xwe ya li ser nasname û koka çanda xwe jî xurt bikin.
Bi rêya xebatên perwerdehiyê yên li Essen, Krefeld û li Wezaretê, em di ragihandina giringiya vê mijarê de bi ser ketin. Di encama van xebatan de, niha postek fermî ji bo fêrkariya dersên Kurdî hatiye ragihandin.
Di çarçoveya gelek çalakiyên ku ji aliyê komeleya me ve hatin organîzekirin de, me dêûbav agahdar kirin ku perwerdehiya zimanê zikmakî bi awayekî pîşeyî çiqas giring e ji bo parastina zimanê dayikê ji nifşên pêşerojê re. Me zelal kir ku pêşxistina zimanê zikmakî ne tenê mafê zarokan e, di heman demê de piştgirî dide girêdanek xurt a bi çandê re û pêşkeftina kesane ya erênî.
Bi saya xebata me gelek dê û bavan bi îmzeya xwe ev xwestek piştrast kirin û zarokên xwe ji bo dersê qeyd kirin. Dê û bavan li gelek navçeyan rasterast bi rayedarên saziya dibistanan re têkilî danîn û xwestin ku li dibistanên wan dersên Kurdî bên vekirin.
Niha derfeta kar ji bo damezrandina mamostayek Kurdî bi fermî hatiye ragihandin û em hêvîdar in di demek nêzîk de daxwaznameyên jêhatî werin wergirtin. Ev serkeftin ji bo civaka me gaveke giring e û nîşanek xurt e ji bo giringiya parastina zimanê zikmakî.