Di 25ê Mijdara 2024an de, me bi awayek îlhambexiş îvênta yekem a xebatê ji bo projeya xwe ya Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê û Tora Pispor a li dijî tundî û Dîskrîmînasyonê li Neuköllnê hat lidarxistin.
Ji demjimêr 10.00 heta 14:00’an bi hevparên me yên Torên Pispor re, agahî hatin parvekirin, nîqaş hatin kirin û em bi giranî li ser vîzyonên sala bê xebitîn. Îvênta me bi bixêrhatinek kesane û hevnaskirinê dest pê kir ku atmosferek vekirî û germ çê kir. Behskirina armanc, angebot û hevkariya bi Ofîsa Qeyda Neuköllnê û projeya beşdarî û hêzdarkirinê ya "Em bi hev re xurt in" re, rêyek vekir ji bo nirxandina rewşa niha ya xebatê.
Pevguhertina li ser mijarên diyarkirî di komên biçûk de, dewlemendiyek taybet bû ku tê de bi hev re kar li ser mijarên giring, pêdiviyên heyî û perspektîvên ji bo sala 2025an hat kirin. Beşdaran ezmûn û bîrokeyên xwe yên giranbuha anîn ba hev û pêşkêş kirin.
Alingariyên sereke yên wekî Nijadperestî û cûreyên din ên Dîskrîmînasyonê ketin rojevê. Di heman demê de xwesteka ji bo civatîbûn û hevgirtinê bêtir derket holê. Wek tedbîr, lidarxistina workşopên din, şêwirmendiya seretayî û çalakiyên hêzdarkirinê yên afirîner hatin pêşniyazkirin.
Bername bi dewreyek dawîn a beşdaran bi dawî bû ku tê de nêrînên kesane û daxwazên ji bo hevkariya pêşerojê hatin pevguhertin. Gelek spas ji bo hemû beşdaran ku bi vekirîbûn û pabendbûna xwe ev îvên serkeftî kirin û herweha ji bo tîma rêxistina bernameyê. Encamên vê xebatê dê rasterast bikevin plana sala 2025an. Em bi hêvî ne ku bi hev re gelek tiştan bi dest bixin.