08 Mijdar 2023 | Berlîn | Dij-dîskrîmînasyon

Daxuyaniya piştgirîkirina ofîsên Qeydê yên Berlînê

Di 8ê Mijdara 2023an de daxuyaniyek bi sernavê “Em li pişt ofîsên qeydê yên Berlînê disekinin – Ji bo civakek bajarî ya li ser bingeha hevgirtin û cihêreng a bê dîskrîmînasyon!” hat weşandin. Yekemîn îmzekarên deklerasyonê rêxistinên civaka sivîl in ên ku rola wan di ofîsên qeydkirinê yên Berlînê de heye. Daxuyanî bertekek e li hember pêleke êrişan ku li dijî navendên belgekirinê yên civaka sivîl di nava çend hefteyên borî de pêk hat. Herweha nêzîkî 200 rêxistin û kesên din piştgirî didin vê daxuyaniyê.

Navenda qeydê ya Berlînê ev nêzî 20 sal in bûyerên rastgir û dîskrîmînasyonê yên li navçeyên bajarê Berlînê dişopîne. Ew salane çend hezar bûyerên nijadperest, antîsemît, rastgiriya tundrew, antî-femînîst, antî-LGBTIQ*, dijberiya bêmal û astengdaran qeyd dikin. Bûyer ji aliyê tora dozdeh ofîsên qeydkirinê yên navçeyan, zêdetirî 230 xetên têkiliyê û bi dehan hevkaran re tên qeydkirin. Ji Mijdara 2021an vir ve, Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal ya Yekmalê rêveberiya ofîsa qeydê ya li Neuköllnê digire ser milê xwe. Armanca şopandinê ew e ku di civakê de dûrxistin û bêqîmetkirina kêmîneyan eşkere û şirove bike.

Di heyama şeş hefteyên borî de, 50 weşanên êrîşkar yên wekî gotar, nivîsên blogê, vîdyoyên YouTubê û postên li ser X/Twitter û Telegramê li dijî ofîsên qeydê derketin. Ji bilî telefonkirin û şandina Emailên êrîşkar, hema hema 1200 raporên derewîn ji ofîsên qeydê yên Berlînê re hatin şandin.

Andreas Wächter Rêvebirê pad gGmbH dibêje: “Tenê dema ku bê eşkerekirin, dîskrîmînasyon dikare were nîqaş kirin. Bêdengiyên di ezmûnên dîskrîmînasyonê û gefên rastgir de, divê werin derbas kirin da ku meriv bikaribe piştgiriyê bide qurbaniyan û stratejiyên çareseriyê bên pêşvebirin. Ofîsên qeydê yên Berlînê di vê yekê de alîkariya me dikin.“

Alexander Freier-Winterwerb endamê Encumena Nûneran a Berlînê (SPD), dibêje: “Belgeyên ofîsên qeydê pêvekek girîng e ji statîstîkên polîsê re, tam ji ber ku bûyerên di bin sînorê berpirsiyariya sucan de, tomar dikin. Gef û tundûtûjî ji hewayekê çê dibe ku cudakarî piştgiriyê bigire. Ji destpêkê ve rast dîtin û bi civaka sîvîl û hevkaran re tedbîrên pêwîst, pir binirx e. Lêbelê, tedbîrên bi bandor tenê dikarin bi pisporên ku ji formên cuda yên xirapekariyê hayîdar in, tên pêşvebirin. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji van pabendan re sozek zelal bidim. Bê guman, ev jî bi piştgiriya wan a darayî ve girêdayî ye, ku divê di demek dirêj de were misogerkirin.“

Kati Becker xebatkara kordînasyona ofîsên qeydkirinê yên Berlînê dibêje: “Ev ne pêleke normal bû. Ne sedemek heyî hebû û ne îdiayên li dijî ofîsên qeydê jî nû bûn. Dema kampanyayê û bertekên li hemberî belavokên neyînî vê yekê nîşan didin ku beriya hilbijartinên eyaletên Bayern û Hessenê divê ji bo AfD’ê deng bên komkirin. Kampanyayên nefret û êrîşan bi awayekî stratejîk tên bikaranîn. Beriya hilbijartinên eyaletên li Rojhilatê Almanyayê dê gelek proje û mirovên din bikevin bin bandora van êrişan. Ji ber vê girînge meriv alîkariya wan kesan bike ku dibin armanca êrişên bê.”

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR