20 Çileya Pêşîn 2023

Cejna Krîsmes û sala nû pîroz be!

Em di dawiya sala 2023an de ne. Dema ku em li sala xwe ya çûyî dinerin, em spasguzar in ku ev sal ji Yekmalê re pir têr û tijî derbas bûye. Herweha komeleya me di vê sala taybet de 30 saliya xwe pîroz kir. Bi saya piştevaniya we ya hêja, me karî pêşkeftinên girîng bi dest bixin û di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyan de ji bo malbat, zarok û ciwanan qonaxên nû destnîşan bikin. Li gel pêkanîna serketî ya beşa Alîkariya Perwerdeyî ya Seyar, me di qada mala ciwanan de jî bi awayekî serkeftî pêngavek mezin avêt. Di sala 2024an de, Akademiya Yekmalê ji bo Ziman, Perwerde û Lêkolînê dê bi formek nû ya qanûnî ya ne-qezancê (gGmbH) berdewam bike.

Em dikarin bi serbilindî li gelek projeyên serketî binerin ku li hemû herêmên federal ên ku em tê de çalak in, hatine pêkanîn. Ev yek bû sedem ku em bi domdarî ji bo pêşvebirin û berfirehkirina xebatên xwe hewl bidin. Em hêvîdarin sala bê ji bo me hemûyan bibe sala derfetên nû, serkeftin û projeyên îlhambexiş. Em li bendê ne ku di pêşerojê de jî bi hev re li ser rêyên serkeftinê bimeşîn.

Em spasiya dêûbav, hevpar, piştgir, dezgehên fînansekirinê û nûnerên rêveberî û weqfan dikin ku bi awayekî çalak piştgirî dane xebatên me.

Em sersala we ya nû pîroz dikin û hêvîdar in ku di sala pêş de bi awayekî serkeftî bi hev re kar bikin.

Günay Darici
Rêvebera giştî ya Yekmalê

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR