Proje dê ji bo ciwanên 13 heta 18 salî kurseke dansê ya heftane pêşkêş bike. Beşdarên kursê dê dansên navçandî bi koreografiyên xwe re bikin yek. Di dawiya projeyê de, pilan tê kirin ji bo tevlîbûna festîvalên navçeyê, festîvalên havînê û çalakiyên din ên ku tê de ciwan dikarin dîlanên ku hîn bûne pêşkêş bikin.
Armanc, fêrbûna dansên ji çand û kevneşopiyên cuda ye da ku têgihîştina navçandî xurt bibe. Di heman demê de, proje bi rahênanên dansê yên birêkûpêk piştgirî dide çalakiya laşî ya beşdaran. Xebatên muzîk û dansê yên ji welatên cuda ji bo gihandina nirxên wekî têgihîştina gelan, pejirandin û toleransê ne. Tevgera laşî, afirînerî û têkiliya navçandî di dilê projeyê de ne da ku bi awayê hunerî û civakî piştgiriya beşdaran bike.
Beşdar di serî de teknîkên dansê yên arasteya laşê hîn dibin. Ji bo ku beşdarên kursê ne tenê ji hêla laşî ve, lê di heman demê de ji hêla hestyarî û civakî ve jî pêşve biçin, balek taybetî li ser rîtm, kordînasyon û dînamîkên komê ye. Teknîka danskirina bi hev re di komê de, xwebawerî, xebata tîmê û têgihîştina navçandî xurt dike. Dans di vê koma ciwanan de wekî şêwazek vegotina afirîner tê bikar anîn.
Di komê de derfeta ciwanan heye ku koreografiyên xwe pêş bixin û di komê de zêdetir berpirsyariyê bigirin ser xwe.
Proje bi hevkariya hevkarên wekî Visionskultur, QBZ-Morgenland û Kulturhaus Walle pêk tê. Ew di aliyê xebatên têkiliyên giştî û alîkariyê de, piştgirî didin projeyê û derfetên performansê pêşkêş dikin û dibin alîkar ku proje bi domdarî li qada çandî ya Bremenê were girêdan. Bi rêya vê hevkariyê tevlîbûna civaka herêmî bihêztir dibe û ji bo projeyên pêşerojê yên wisa perspektîvek demdirêj diafirîne.
Xwe di cîhana dansê de bihelînin û ezmûn bikin ka cihêrengiya çandî bi rêya tevger û muzîkê çawa dibe!
Di kursa me de ciwan dikarin hunerên xwe yên dansê bibînin, afirînerî û îfadekirina xwe pêş bixin.
Tevlî me bibin û werin em bi hev re dika cihêrengiyê dagirin!
Kengî?
Her Sêşem, 16:00 – 18:00
Ji bo kê?
Koma temen: 13 – 18 salî
Qeyd:
E-Mail: buro-bremen@yekmal.de
Tel.: 0421 499 38003
Mobil: 0178 660 8852
Li ku?
QBZ Morgenland
Morgenlandstraße 43, 28237 Bremen
Piştgiriya darayî
Kulturhaus Walle Brodelpott, Bundesministerium für Bildung und Forschung, Kultur macht Stark, Aktiontanz