17 Sibat 2025 | Berlîn

Siyasetvanê Partiya Çep Ferat Koçak serdana me kir

Siyasetvanê Partiya Çep Ferat Koçak serdana me kir

 

Di 14ê Sibata 2025an de, Ferat Koçak endamê Parlementoya Berlînê yê Partiya Çep, li buroya me ya li Berlîn-Neuköllnê serdana me kir.

Di hevdîtinê de em li ser perspektîvên siyasî yên derbarê koçberan, mijara koçberan di bernameya hilbjartinê ya partiyên Almanyayê de û alingariyên li pêşiya komeleyên koçberan bi taybetî yên Kurdistanî axivîn.

Em wek komeleya Yekmalê piştgiriya demokratiyê dikin li Almanyayê û di vê çarçoveyê de jî em em bang li her kesî dikin ku beşdarî hilbijartina Parlementoya Federal bibin û rola xwe di vê pêngava demokratîk de bilîzin.

Em spasiya birêz Koçak dikin ji bo serdana wî û piştgiriya wî ji bo xebatên me.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR