Her sal Cejna Newrozê hevdem e ligel Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Nijadperestiyê. Di 20 û 21ê Adarê de gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê cejna Newrozê pîroz dike. Newroz an jî Roja Nû hem sersala Kurdî ye û hem jî destpêka demsala biharê ye û vejîna xwezayê ye. Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Nijadperestiyê jî bîranîna bûyerekê ye ku di 21'ê Adara 1960'an de li Afrîkaya Başûr di têkoşîna li dijî Apartheidê de pêk hatiye. Komeleya Yekmalê her sal Cejna Newrozê bi xebata li dijî nijadperestiyê ve girê dide. Îsal jî em îvênteke taybet li Berlînê amade dikin.
Îvênt ji sê beşan pêk tê:
Yekem: Perspektîvên di nav civakan de û gotûbêjên li ser tevgerîn bi formên Nijadperestiyê re
Di vê beşê de, têkiliyên di nav civakên cihêreng de û cureyên nijadperestiyê têne vekolîn û nîqaşkirin. Bal tê kişandin ser pêwendiya di navbera Nijadperestiya li dijî Merivên Reş – Nijadperestiya Dij-Sîntî/Romîna, Nijadperestiya Dij-Asyayî û Nijadperestiya Dij-Kurd di çarçoveya giştî ya Nijadperestiya kolonyal de.
Axaftvanên hêja yên vê Gotûbêjê:
Duyem: Nijadperestiya Dij-Kurd li Almanyayê
Beşa duyemîn li ser rewşa niha ya lêkolîna Nijadperestiyê ya li ser Nijadperestiya Dij-Kurd li Almanyayê disekine.Pisporên ku me ji bo gotûbêja li ser vê mijarê vexwendine ev in:
Di heman demê de, em wek komeleya Yekmalê dixwazin balê bikşînin ser danasîna pirtûkeke xwe li ser mijara "Nijadperestiya Dij-Kurd li Almanyayê" ku di havîna 2025an de ji aliyê weşanxaneya Belz-Verlag ve tê weşandin.
Sêyem: Cejna Newrozê
Di dawiyê de em dê Newrozê wekî cejneke çandî bi muzîk, dîlan û xwarinê pîroz bikin.
Qeyd
Em dê bi beşdariya we kêfxweş bibin. Ji kerema xwe bi rêya E-Maila cid@yekmal.de heta 17ê Adara 2025an xwe qeyd bikin.
Roj: În, 21ê Adara 2025an
Demjimêr: 14.30 - 20.30
Cîh: bUm im Auditorium – Raum für solidarisches Miteinander
Paul-Lincke-Ufer 21, 10999 Berlin