Di 3ê Nîsana 2025an de, kafêya me ya ziman li salonên komeleya Yekmalê li Bremen-Walle (Hansestraße 24) hat vekirin. Li navçeyekê ku gelek kesên bi paşxana koçberiyê lê dijîn, di nav wan de gelek koçber û penaberên nû hene.
Derfeta gelek ji wan tune ye ku di rewşek parastî û guncav de zanîna xwe ya di zimanê Almanî de baştir bikin. Bi kafêya ziman, em cihekî vekirî û bê asteng ji bo hevdîtin, danûstandin û piştgiriya hevbeş çê dikin - li hember tecrîda sosiyal û ji bo bihêzkirina têkiliyên civakî li navçeyê.
Tu dixwazî asta xwe ya zimanê Almanî baştir bikî û mirovên nû nas bikî? Wê demê kafêya me ya ziman ji bo te ye! Di atmosfereke rihet de, em bi hev re li ser Almanî dixebitin, ezmûnên xwe pevdiguherînin û demek xweş derbas dikin.
Kengî? Her Pêncşemê, 10:00 - 13:00
Li ku? Yekmal e.V. Bremen, Hansestr. 24, 28217 Bremen
Belaş & bê Qeyd
Zanabûna we ya Almanî hebe an tune be, her kes bi xêr were! Werin, em bi hêviya dîtina we ne!