29 Nîsan 2025 | Berlîn | Çalakî

Nîşandana fîlm û gotûbêj bi Ayşe Polat re

Nîşandana fîlm û gotûbêj bi Ayşe Polat re

 

Di 21'ê Nîsana 2025'an de, çalakiya me ya yekem a fîlman di çarçoveya bernameya "Dêngên Kurdî li Berlînê" de li Navenda Malbatan a Rengînê pêk hat. Di çalakiyê de fîlma "Im toten Winkel" a derhêner Ayşe Polat, ku gelek xelat wergirtiye, hat nîşandan. Piştî ku me bi hev re fîlm temaşe kir, me derfetek taybet bi dest xist ku bi Ayşe Polat re gotûbêjeke vekirî bikin. Di wê demê de mijarên sereke yên fîlmê hatin nîqaşkirin - bi taybetî tundiya sîstematîk û nijadperestiya dewletê ya ku civaka kurd ji aliyê saziyên îstîxbaratî yên dewleta tirk ve dîtiye/dibine.

Derhêner bi awayekî balkêş behsa serpêhatiyên xwe yên di çêkirina fîlm de û paşxaneya siyasî ya ku bandor li ser karê wê kiriye kir. Beşdar jî bi awayekî çalak, bi pirsên xwe yên balkêş tevlî bûn û gotûbêj dewlemendtir û kûrtir kirin.

Çalakî bi kurdiya kurmancî hat lidarxistin. Bi piştgiriya wergerandina almanî- kurdî kesên ne kurd jî dikarî bûn beşdar bibin. Atmosfera germ û vekirî êvar veguherande festîvaleke biçûk a fîlman û kir serpêhatiyeke taybet ji bo hemû beşdaran.

Gelek spas ji bo Ayşe Polat ji bo beşdariya wê û nêrînên wê yên vekirî, bo moderator Rojda Bakan, wergêr Sakî Kaya, organîzatorê çalakiyên fîlman Sîdar Bayram Orhan, koordînatorê bernameyê Dawid Yeşilmen, Hemza Altûn ji bo piştgiriya wî - û helbet hemû beşdaran, ku êvar bi tevlîbûna xwe xweş û geş kirin.

Nîşe: Bernameya me berdewam dike - her du hefte carekê, duşema yekem û sêyemîn a mehê saet 18:00an li Navenda Malbatan a Rengînê.

Em li hêviyê ne ku we di çalakiyên din de bibînin!

 


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR