09 Gulan 2025 | Bremen

Kafêya me ya Dêûbavan dest pê kir

Kafêya me ya ya Dêûbavan li Bremenê di 23ê Nîsanê de dest pê kir. Ew der cihekî civînê yê vekirî ye ji bo dêûbavan li navçeya Gröpelingen.

Li Kafêya me ya pirzimanî, dêûbav bi rêkûpêk dicivin da ku li ser mijarên têkildarî malbat, perwerdehî û jiyana rojane gotûbêj bikin. Ew cîhek wisa ye ku pirs lê tên pirsîn, ezmûn lê tên parvekirin û bi hev re li çareseriyê digerin. Helbet di atmosfereke vekirîbûn û piştgiriya hevbeş de.

Kafêya Dêûbavan ne tenê agahiyan parve dike, lê di heman demê de torbendî û arastekirin jî heye. Ji bo me pir girîng e ku hemû ziman û perspektîv bên qebûlkirin.

Nirxandinên pêşîn nîşan didin ku pêdiviyek mezin bi cihên civînê yên bi vî rengî heye. Em li benda civînên pêşerojê û gelek gotûbêjên din in bi dêûbavên ku dixwazin beşdar bibin û tîmê xurt bikin re.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR