09 Gulan 2025 | Bremen

Yekem danûstandina ''Peer-to-Peer'' hat lidarxistin

Yekem danûstandina

 

Di çarçoveya projeya Edit Plus a bi Rêxistinên Koçberan a ji bo Perwerde û Beşdarbûnê (bbt) re, dê û bavên ji navçeya Gröpelingen a Bremenê di 30ê Nîsanê de ji bo yekem civîna ''Peer-to-Peer'' hatin ba hev. Civîn bi Almanî, Kurdî û Erebî bû.

Ezmûnên kesane yên li dora fêrkarî, perwerdehî û jiyana rojane ya malbatê tevî çîrokên wan ên koçberiyê di rojevê de bû. Gelek dêûbavan bi eşkereyî astengiyên ziman, serpêhatiyên dûrxistinê û bêewlehiyên di pergala perwerdehiyê de parve kirin. Ji bo hinekan, ev cara yekem bû ku ew bikarin nêrînên xwe di cîhek ewle de parve bikin û dengê wan were bihîstin.

Hevdîtinek dilxweşker bû û teşwîqeke giring li pey xwe anî. Beşdaran bi hev re mijarên ji bo civînên pêşerojê diyar kirin û eleqeya xwe ji bo beşdarbûna çalak nîşan dan.

Danûstandinê ev yek nîşan da ku dema ji dêûbavan re cihê civîn û axaftinê bê dayîn, bawerî çê dibe û şêwazên nû yên beşdarbûnê gengaz dibin.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR